Beşek ji koçberên Efrînê gihîştin Başûrê Kurdistanê
Piştî ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hat dagîrkirin, bi deh hezaran kurdên wê deverê koçber bûn. Li gorî agahiyan, beşek ji wan derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û hatina wan bo Başûr hîn jî didome.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed li ser rewşa koçberên Efrînê ji K24ê re ragihand ku çi ji destê wan were dê bo koçberên Efrînê bikin.
Basnews
