• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parêzgarê ereb yê Kerkûkê fermana hilweşandina xanî û dukanên kurdan da!

Gulan Media March 28, 2018 Nûçe
Parêzgarê ereb yê Kerkûkê fermana hilweşandina xanî û dukanên kurdan da!
Bi fermana parêzgerê ereb yê Kerkûkê, li bajarê Kerkûkê xanî û dukanên kurdan di bi navê “nehîştina avahiyên zêdegavî” tên hilweşandin!

Parêzgerê ereb yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ku piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve bû bi darê zorê kursiya parêzgarê kurd yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm zeft kir, duhî ferman da ku xanî û dukanên kurdan bên hilweşandin.

Di fermannameyê de hatiye gotin ku ew xanî û dukan “bi awayekî ne qanûnî” hatine çêkirin ji ber wê jî divê bên hilweşandin.

Parêzgarê Kerkûkê daye zanîn ku bo tîmeka hevbeş ku ji hêzên dijîterorê, polîsan, hêzên taybet û Heşda Şeibî pêk tê, bi çavdêriya qaymeqam û şaredarê Kerkûkê, wan xanî û dukanan hildiweşînin.

Li gorî fermannamê, hilweşandina wan xanî û dukanan dê roja pêncşemê (sibê) ve dest pê bike.

Basnews
Top