• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ceiferî rapora NY ya Efrînê rexne kir; Hûn çima nabêjin Tirkiyê êriş kir

Gulan Media March 28, 2018 Nûçe
Ceiferî rapora NY ya Efrînê rexne kir; Hûn çima nabêjin Tirkiyê êriş kir
Nûnerê hikûmeta Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî rexne li raporta Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Mirovî, Mark Lowcock ya derbarê koçberbûna xelkê Efrînê de girt û got, xelkê Efrînê ji ber êrîşa Tirkiyê naçar bûne ku ji bajarê xwe derkevin. Beşar Ceiferî got, diviyabû Lowcock di raporta xwe de bida xuyakirin, ku ew xelk ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne.



Di dema birêveçûna civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, Nûnerê hikûmeta Sûriyê li Netewên Yekgirtî, Beşar Ceiferî amaje bi rewşa herêma Efrînê kir û got, ew herêm ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin.



Beşar Ceiferî da xuyakirin, ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, xelkê wê herêmê neçar bûne ku ji bajarê xwe derkevin û berê xwe bidin navçeya Til Rifetê û da zanîn, ku ji di encama wan êrişên Tirkiyê de zêdetirî 153 hezar xelkê Efrînê koçber bûne.



Ceiferî herwiha rexne li helwest û raporta Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Mirovî, Mark Lowcock ya derbarê koçberbûna xelkê Efrînê de girt û got, birêz Mark Lowcock dibêje, ji ber êrişa ser Efrînê 153 hezar û 500 kesên sivîl li wê herêmê koçber bûne, lê nade xuyakirin ku ji ber kîjan êrişî ew kes neçar mane ku cih û warê xwe terk bikin.



Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî diyar kir, pêwîst bû ku Mark Lowcock di raporta xwe de bi zelalî bida xuyakirin, ku Tirkiye bi awayekê “dijminkarî” êrişî Efrînê kiriye û koçberbûna xelkê ji ber êrişên wî welatî çê bûye.



Beşar Ceiferî wiha xivî: “Birêz Lowcock got, ku 153 hezar û 500 kes ji Efrînê koçber bûne û berê xwe dane Til Rifetê, ew jî ji ber kriyarên şer li gor ku ew bi xwe dibêje, ê baş e, ev şer di navbera kê û kê de tê kirin?”



Kê bûye sedem ku 153 hezar kes naçar bibin, ku ji Efrînê derkevin, ma gelo ne Tirkiye ye? Ma ew ne ji ber dijminkariya Tirkiyê li ser Efrînê ye birêz Lowcock?



Di beşeke din a axavtina xwe de, Nûnerê hikûmeta Sûriyê li Netewên Yekgirtî, Beşar Ceiferî amaje bi rewşa Xûteya Rojhilat kir û diyar kir, dema rizgarkirina yekcarî yaw ê deverê ji grûpên çekdar ên opozisyonê nêzîk bûye.



Beşar Ceiferî destnîşan kir, ku di demên bihê de, hikûmeta Sûriyê dê hemû deverên weke Colan (Gulan), Efrîn, Reqa, Idlib û tevhiya axa Sûriyê ji dagîrkeriyê rizgar bike û vegerîne bin kontrola xwe.



Ceiferî wiha got: “Em îro mizgîniyê didin xelkê xwe, ku demjimêra rizgarkirina Xûteya Rojhilat bi temamî ji kiryarên girûpên çekdar ên terorîst nêzîk bûye, herwiha em mizgîniyê didin wan, ku emê Colan, Efrîn, Reqa Idlib û her bihostekî dagîrkirî ji axa xwe rizgar bikin.”

Rudaw
Top