• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wefîq Samerayî daxwaz dike Bexda ji ber xwepêşandanan destverdanê li Hewlêrê bike!

Gulan Media March 27, 2018 Nûçe
Wefîq Samerayî daxwaz dike Bexda ji ber xwepêşandanan destverdanê li Hewlêrê bike!
Şêwirmendê berê yê serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî û bi neyariya xwe ya tund li hember gelê Kurdistanê ve tê zanîn û heta naha jî ji enfala gelê Kurdistanê re dibêje ‘’Derewa Enfal’’, daxwaza destverdana Bexdayê li Hewlêrê dike.

Wefîq Samerayî ku berdewam piştevaniya xwe bo xiyaneta 16ê cotmehê ragehandiye û wê grubê wek tîma Talabanî û rêveberên ciwan ên Silêmaniyê pênase dike, di tora xwe ya civakî facebookê de, pişteveniya xwepêşandanên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî ya Hewlêrê ragehand û dibêje: ‘’Li ser hikûmeta navendî ferz e, bi temamî desthilatên xwe yên rewa ve destverdanê li herêma Kurdistanê bike.’’

Basnews
Top