Biryar hat girtin wezareteke Iraqê û Kurdistanê bibe yek!
Endama encûmena nûnerên Iraqê ya fraksiyona PDKê Eşwaq Caf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha parlamentoya Iraqê biryar da wezaretên karûbarên şehîdan û enfalbûyên herêma Kurdistanê û saziya Şuheda ya Iraqê bibe yek.’’
Li gor Eşwaq Caf: ‘’Biryar ji bo wê yekê ye ku ew du sazî bibin yek wezaret û dema hemû mafên darayî yên zîndaniyên siyasî û şehîdan bibin yek, dê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve bên dayîn.’’
Herwaha got, pewîste hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal jî girêdayî vê biryarê bin û bicîh bînin.
K24
