• Wednesday, 18 February 2026
logo

Germiyan – Muxtarên du gundan ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin

Gulan Media March 27, 2018 Nûçe
Germiyan – Muxtarên du gundan ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin
Li devera Germiyan ya Başûrê Kurdistanê, muxtarên du gundan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

Berpirsê asayişa gundê Koleco yê bajarokê Gulale yê Germiyanê, Simko Elî ji BasNewsê re got, çekdarên DAIŞê şeva borî ketibûn nav gundên Um El Hente û şêx Bab yên Gulale û muxtarên wan gundan kuştibûn.

Simko Elî her wiha got, kurê yek ji wan muxtaran jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû kuştin û keça wê jî birîndar bibû.

Ew muxtarên ku hatine kuştin, ereb bûne. Bajarokê Gulale girêdayî bajarê Xaneqînê ye.

Rudaw
Top