• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hêzeke mezin a artêşa Iraqê gihîşt Şingalê

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
Hêzeke mezin a artêşa Iraqê gihîşt Şingalê
Rêveberê bi wekalet ê Nahiyeya Sinûnê Xwêdeda Cokê ragihand ku gerîlayên PKKê ji Şingalê derketin û hêzeke mezin a artêşa Iraqê gihiştîne Şingalê û ligel Yekîneyên Berevaniya Şingalê (YBŞ) û li şûna PKKê, bicih bûne.



Koma Civaka Kurdistanê (KCK) ku weke sîwana rêxistinên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku gerîlayên PKKê dê Şingalê vala bikin.



Xwedêda Cokê ku Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ye û di heman demê de yek ji fermandarên Heşda Şeibî yê li Şingalê ye, ji Rûdawê re got: “Gerîlayên PKKê ji Şingalê vekişiyan û li şûna wan hêzên Iraqî û YBŞ hatine.”



Cokê diyar kir ku KCKê piştî ragihandina vekişandina xwe ji Şingalê, dest bi vala kirina navçeyê kir û got: “Gerîlayên PKKê îro bi temamî ji herêmê vekişiyan. Niha dever ji PKKê paqij bûye. Li Şingalê niha tenê hêzên Iraqî û YBŞ hene. Hejmara wan jî derdora hezar kesî ye.”



Rêveberê Nahiyeya Sinûnê amaje bi wê yekê jî kir ku niha hêzeke mezin a artêşa Iraqê gihîştine navçeya Şingalê û ligel hêzên YBŞê li cihên PKKê û heta sînorê Sûriyê bicih bûne û hatina hêzên Iraqî bo herêmê berdewam e.”




Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro ragihand ku “operasyona Şingalê” ji aliyê wan ve dest pê kiriye.


Derbarê vê yekê de jî Cokê got: “Heta niha ti tevgereke artêşa Tirkiyê li herêma Şingalê nîne.



Herwiha her îro Berdevekê Wezîrê Berevaniya Iraqê Tehsîn Xefacî nuçeyên ku dibêjin artêşa Tirkiyê li Şingalê dest bi operasyonê kiriye red kir û got: “Heger Tirkiyê operasyon kiriba wezareta me û hikûmet dê agahar biba.”

Rudaw
Top