Gabriel: Bi operasyona Efrînê re Tikiye ji Ewropa bidûr ket
Sigmar Gabriel di govara “Der Spîegel” de gotarek nivîsand û diyar kir, Tirkiye bi hêzên bejahî û nîvê hêzên xwe yên asîmanî êriş li Efrînê kiriye. Bo encamdana operasyonê baceke mezin daye pêş xwe ku ew jî dûrketina ji Ewropa û rojava ye.
Gabriel da zanîn, Ewropa û Amerîka PKK, YPG û PYDê wek rêxistinên terorê qebûl nakin. Her çiqas PYD û PKK di bin heman serokatiya stratejîk de bin jî, di warê çalakiyê de azadiya YPG gelek fireh e.
Da xuyakirin, rewşa jeostratejîk a Tirkiyê pir girîng e û divê, piştî bidawîbûna operasyonê, wek hevpeymaneke NATO di gelek waran de rêkftinên nû bên kirin.
K24
