Hevpeymana Navnetewî: Tirkiyê şerê li dijî DIŞIê lawaz kir
Dillon wiha berdewam kir: Piştî ku Tirkiyê li ser Efrînê operasyon da destpêkirin, gelek şervanên HSDê derbasî Efrînê bûn û ji qadên derdora Dêra Zorê vekişiyan. Ji ber vê yekê jî koalîsyonê, nikarîbû li dijî DIŞIê bi hêsanî şer bike.
Wekî ku tê zanîn, Artêşa Tirkiyê û hevalbendên wê, berî niha bi nêzîkî du mehan li dijî Efrînê operasyoneke berfireh dabû destpêkirin û di 18ê Adarê de ketine bajarê Efrînê de.
