• Wednesday, 18 February 2026
logo

PDK-S: PYDê girtiyên siyasî winda kirine!

Gulan Media March 26, 2018 Nûçe
PDK-S: PYDê girtiyên siyasî winda kirine!
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan dike ku fişarê li Partiya Yekîtiya Demokratîk bike, ji bo çarenivîsa girtiyên siyasî yên li Efrînê girtî bûn diyar bike.

Ofîsa Kurdistan ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de got: “Ji destpêka desthilatdariya PYDê li Rojavayê Kurdistanê ve, wê partiyê kiryarên teroristî li dijî sivîl û camewerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û PDK-Sê dike, ji wan jî kiryarên kuştin û girtinê, bi taybet li Efrînê ku hejmarek ji xebatkar xistiye zîndanan, wek Ebdilrehman Apo ku çarenivîsa wî heta niha ne diyar e.”

Di daxuyaniya PDK-Sê de tê gotin, “Navê zîndana Reş a li Efrînê bûye wek zîndana Ebû Xirêb a li Iraqê, ku ji sala 2013an ve çarenivîsa xebatkarên Kurd wek Idrîs Elo, Ehmed Sîno û Ehmed Sîdo di wê zîndanê de ne diyar in.”

Herwaha hat gotin; “PYDê gelek keç û ciwanên temen biçûk revandine û ew bi zorê xistine leşkergehan û di pişt re jî ew birine eniyên şer, ku ev leşkerkirina bizorê jî bû sedem ku bi hezaran xortên Kurd li welatên cîran û Ewropa koçber bibin.”

Ofîsa Kurdistan ya PDK-Sê bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir, “Fişarê bixe ser PYDê ji bo diyarkirina çarenivîsa girtiyên siyasî, ji wan jî Ebdilrehman Apo û Behzad Dorsin û sizadana her kesê tawan bi mafê mirovan kiriye.”

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo roja 12 Tîrmeha 2017an ve ji aliyê asayişa Efrînê ve hatibû binçavkirin.

Basnews
Top