NY: Pêwîstiya 70 hezar welatiyên sivîl li Efrînê bi alîkariyan heye
Berdevkê Komisyona NY ê alîkariyên mirovî (OCHA) Jens Lerke li Cenêvê di konferanseke rojnamevanî de got, "Li gorî zanyariyên me li Efrînê di navbera 50 û 70 hezarî de sivîl mane."
Jens Lerke da zanîn ku heta niha ji ber şer û pevçûnan 170 hezar kes neçar mane ku ji Efrînê derkevin û ji van 135 hezar kes koçî Tilrefetê û gundên derdora wê bûne.
Jens Lerkê amaje bi wê yekê jî, kir ku sivîlên ku ji bajêr derketine û li deverên din bicih bûne pêwistiya wan bi alîkariyên mirovî hene.
Roja 18ê vê mehê û bi bi ketina mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê ji Efrînê re dest bi dizî û tanakirina mal, dikan, otombîl û samanên xelkê Efrînê kirin. Li gor zanyariyên K24ê ku ji nava Efrînê wergirtine, hemû dikanên Efrînê û bazarên sereke ji aliyê wan grûpan ve hatin talankirin.
li gor zanyariyên K24ê jî, Efrîniyên ku koçber bûne di şer û mercên gelekî dijwar de dijîn, ku bê xwarin, vexwarin û pêwîstiyên jiyanê yên sereke dimînin, bêyî ku ti rêxistineke navdewletî yan navxweyî alîkariya wan bike.
K24
