• Friday, 27 February 2026
logo

Polonya genucide kirina Êzidiyan dike rojev

Polonya genucide kirina Êzidiyan dike rojev

Kurdistan û Polonya têkiliyên xwe bihêztir dikin.
Balyoz û Konsulusê Polonya serdana navenda têkiliyên derve ya PDK kir.

Îro Balyozê Polonyayê ya li Bexdayê û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê bihevre serdana navenda têkiliyên derve ya partiya demorkata Kurdistanê kir.

Di civînê de behsa rewşa giştî ya Îraq û deverê û rewşa navxweyî ya Kurdistanê hate kirin.

Her du aliyan herwiha nîqaş li ser çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Polonyayê kirin.

Her di heman civînê de balyozê Polonyayê behsa vê yekê kir ku, ewê hewl bide daku, mijara genocide kirina Êzidiyan bixe rojevê û li parlementoyê de ev komkujiya han bi fermî binase.

Top