Heşda Şeibî ji bo Şingalê spasiya PKKê kir
Xwedêda Cokê ku Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ye û di heman demê de yek ji fermandarên Heşda Şeibî yê li Şingalê ye, beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser biryara vekişîna PKKê ya ji Şingalê axivî.
Li ser mijara dema destpêkirina vekişînê, Xwedêda Cokê diyar kir ku ev biryara wan a siyasî ye û ji ber vê yekê dibe ku niha vekişiyabin û herwiha dibe ku beriya daxuyaniya xwe vekişiyabin, lewra metirsiya êrişên firokeyên şer ên Tirkiyê li ser wan heye.
Cokê da zanîn, deverên ku gerîlayên PKKê jê vekişiyane radestî Asayişa Êzidxanê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kirine ku YBŞ girêdayî hikûmeta Iraqê ye.
Xwedêda Cokê amaje bi wê yekê kir ku KCKê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku 4 sal in li Şingalê xebatê dikin û ew naxwazin ji ber wan, pirsgirêkek ji miletê Êzdî re çêbibe û ew amade ne ku dema metirsiyek li ser Kurdên Êzdî hebe, ligel wan bibin.
Herwiha Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Xwedêda Cokê got ku hêzên Heşda Şeibî li wê deverê nemane.
Rudaw
