John Bolton: Em dê bi hêzê aştiyê pêk bînin
Roja 23ê Adara 2018an Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya Twitterê eşkere kir: “Bi kêfxweşî radigihînim ku ji roja 09-04-2018an ve John Bolton weke Şêwirmendê nû yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê dest bi kar dike.”
John Bolton da zanîn ku şêwaza karê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo pêkanîna aştiyê, bi rêya hêzê hewldana ji bo aştiyê ye. Bolton gotineke ji romanên kevn weke nimûne nîşan dide ku behsa wê yekê dikin hêz û şiyana leşkerî di bidestxistina aştiyê de alîkar e.
Bolton dibêje ku "ji bo Amerîkayê giring e ku xelkê sivîl biparêze, hevpeymanên xwe biparêze, aboriya xwe biparêze, lewma gelek kar hene ku divê werin kirin".
Şêwirmendê nû yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton dibêje: “Em dixwazin ji pevçûnan, bêhtir dûr bikevin, li gor min ji ber vê yekê ye ku serok ev rê hilbijartiye.” Bolton herwiha eşkere dike: “Rêya herî baş a dûrketina ji pevçûnan, hebûna şiyaneke leşkerî ya bihêz e. Weke ku di romanên kevn de tê gotin: Eger tu aştî dixwazî, xwe ji bo şer amade bike.”
Rudaw
