• Wednesday, 18 February 2026
logo

Iraqê bordûmana artêşa tirk a li ser sînorên Kurdistanê şermezar kir

Gulan Media March 23, 2018 Nûçe
Iraqê bordûmana artêşa tirk a li ser sînorên Kurdistanê şermezar kir
Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û êrişên artêşa tirk ên li sînorê Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê di derbarê bordûmankirina sînorên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, ‘Em bordûmankirina herêma Soran ji aliyê balafirên artêşa tirk ve şermezar dikin ku di encama bordûmana îro de 4 welatiyên sivîl şehîd bûne.’

Herwiha hat ragihandin ku desbaskirin û îxlalkirina sînoran hizmeta têkiliyên Iraq - Tirkiyê nake hat gotin jî ku ew li dijî êrişeke ji nav xaka Iraqê li dijî welatekî cîran in jî.

Balafirên şer ên artêşa tirk îro danê sibê herêma Balekayetî ya girêdayî navçeya Çoman bordûman kiribû û di encama bordûmana artêşa tirk de her çar welatiyên bi navên Şero Mehmûd, Kake Mistefa, Derbaz Sîmakulî û Kake Îsmaîl hatibûn qetilkirin.

Basnews
Top