Serok Barzanî: Di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêwîstî bi hevsengiyeke nû heye
Serok Mesûd Barzanî ji rojnameya New York Times a amerîkî re axivî. Serok Barzanî di gotara xwe ya bo vê rojnamê de li ser rewşa Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de diyar kir ku ew bi hêvî ye ku gavên vê dawiyê yên ku hikûmeta Iraqê avêtine alîkar bin ji bo ku xelkê Kurdistanê ji wê rewşa aboriyê ya dijwar xilas bibin.
Herwiha Serok Barzanî di derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de jî ragihand ku divê hevsengiyeke nû li ser berjewendiyên hevbeş di navbera herdu aliyan de pêk were.
Li hêla din Rojnameya New York Times Serok Barzanî weke navenda serekî ya biryara siyasî ya Kurdî pênase kiriye ku karîgeriyeke wî ya bihêz li ser biryarên siyasî yên Kurdistanê heye.
Çend roj berê balafirgehên Kurdistanê ku piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê hatibûn girtin, hatin vekirin û beşeke mûçyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî hatin şandin.
Basnews
