• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Ez dê 50 Efrînan gorî leşkerekî bikim

Gulan Media March 22, 2018 Nûçe
Kiliçdaroglu: Ez dê 50 Efrînan gorî leşkerekî bikim
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew naxwaze dilopek xwîn ji pozê kesekî Tirk bê û dê 50 bajarên wek Efrînê gorî yek leşkerekî Tirkiye bike.



Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bernameya Şirin Payzin a televîzyona CNN Turkê de diyar kir ku wan wek CHPê dixwest artêşa Tirkiyê derbasî nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bibe.



Kemal Kiliçdaroglu bi bîr xist ku di civîna ligel Serokwezîrê Tirkiyş Binalî Yildirim pêk anî de wî ragihandibû ku ew wek partî piştgiriya operasyona dijî Efrînê dikin û wiha got: “Me jixwe ji bo operasyonên derveyê sînor bo tezkereyê dengê erê bikar anibû. Li navenda Efrînê derdora 100 hezar kesî dijîn. Me gotibû ku heger hûn têkevin nav navenda Efrînê ne diyar e kî sivîl e, û kî terorîst e. Lewma jî dibe ku gelek êrişên navnetewî li hemberî artêşa me bêne encamdan. Me hişyariya vê yekê dikir.”



Di berdewamiya axaftina xwe Kiliçdaroglu got jî: “Operasyona xendeqan 265 rojan berdewam kir û di encamê de 3 hezar û 583 terorist hatin bê bandorkirin û 355 endamên ewlehiyê û 285 sivîlan cane xwe ji dest dan. Em naxwazî ji pozê yek leşkerî me dilopek xwîn birîje. Ez dê 50 Efrînan gorî leşkerekî me bikim. Çima mirovên me şehîd bibin?”



Hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê yên opozisyona Sûriyê roja Yekşemî 18ê Adara 2018ê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr piştî 58 rojan şer û pevçûnan ragihandin.



Neteweyên Yekbûyî berî niha ragihandin ku 104 hezar kes ji Efrînê reviyane û 10 hezar kes jî li başûrê Efrînê asê mane û dixwazin derbasî deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de bibin.



Medyayên YPGê amaje bi wê yekê dikin ku tenê di nav sê rojan de Adarê zêdetirî 250 hezar kes ji ber êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, ji Efrînê koçber bûn.

Rudaw
Top