• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê Balekayetî bombebaran kir; 4 sivîl şehîd bûn

Gulan Media March 22, 2018 Nûçe
Tirkiyê Balekayetî bombebaran kir; 4 sivîl şehîd bûn
Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Balekayetî ya li sînorê qezaya Çomanê bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn.



Peyamnêrê Rûdawê ragihand, sibehiya îro Pênşemî 22ê Adara 2018ê, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê, sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.



Peyamnêrê me got, firokeyên Tirkiyê gundên Mawnan, Wesan û Serkaniyan li devera Balekayetî ya ser bi qezaya Çomanê bi giranî bombebaran kirine.



Li gorî zanyariyan, di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.



Herwiha ji ber bombebaranan, çend baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî wêran bûne.



Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, gelek caran wan deveran bombebaran dike.

Rudaw
Top