• Wednesday, 18 February 2026
logo

Viyan Dexîl: Li Şingalê kurdên êzdî careke din koçber dibin

Gulan Media March 22, 2018 Nûçe
Viyan Dexîl: Li Şingalê kurdên êzdî careke din koçber dibin
Perlementara Iraqê Viyan Dexîl ragehand ku, pêleke din a penaberiya kurdên êzdî li Şingalê di rêde de ye lê vê carê ji ber gefên serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan bi dagîrkirina Şingalê ye.

Perlementara Iraqê Viyan Dexîl daxuyaniyek belav kir tê de amaje bi gefên serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan bi dagîrkirina Şingalê ji hebûna PKKê kir û got ku, pêleke din ya koçberiya kurdên êzdî di rêde ye.

Herwiha Viyan Dexîl da zanîn ku, niha careke din koçberiya kurdên êzdî destpêkiriye, kurdên êzdî bi dilgranî behsa daxuyaniyeên serokê Tirkiyê dikin ku, gotibû êrîşî Şingalê dike.

Basnews
Top