• Wednesday, 18 February 2026
logo

HSD: 5 leşkerên Tirk û çekdar hatin kuştin

Gulan Media March 22, 2018 Nûçe
HSD: 5 leşkerên Tirk û çekdar hatin kuştin
Di êrîşeke Hêzên Suriya Demokrat de li Efrînê 5 leşkerên Artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Suriyê hatin kuştin.

Navenda ragihandina Hêzên Suriya Demokrat ragihand, di encama êrîşeke hêzên wan de li dijî artêşa Tirkiyê li derdora gundê Kîmarê li navçeya Şêrawa trembêleke leşkerî hate wêrankirin, ku 5 leşkerên Tirk û çekdarên opozisyona Suriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya mafên mirovan jî ragihandibû, ku şer û pevçûn di navbeyna hêzên Sûriya Demokrat û hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê ve li derdora gundê Kîmar li başûrê Efrînê rû da bûn, bê ku hejmara qurbaniyên her dû aliyan eşkere bike.

K24
Top