Li Amedê pîrozbahîya Newrozê
Li qadê ji bo ewlehîyê ji bili polisan nezî 2 hezar kes hatibûn amedekirin.
Di Newroza Amedê de piştî agire Newrozê hat hilkirin li gel stranên stranbêj Xero Abas û hinek din hunermandan govend hatin girêdan.
Di pirozbahîya de hevseroka Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Pervîn Buldanê axafineke kir.
Buldanê di axaftina xwe de rexneyên giran hukumeta Tirkiye yê kir û got: “Li gorî wan bi ruxandina peykerê Kawa ewê kawa ji holê rabe, ew nizanin ku her kesekê li vê derê Kawayeke û nizanin her kesekê li vê derê li dilê xwe de Kawa dijînin. Welatîyên Efrînê xizmên merdinê, xizmên Amedê, û xizmên Şirnexê ne. Bi wêrankirina cih û warên wan hun heman dem de cih û warên van jî wêran dikin. Bi şerî propagandaya hilbijartinê dikin.
Herwiha ji dewletên ewropa, Bakurê Kurdistanê û nava Tirkiye yê gelek mevan hebûn.
i aliyê din ve hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê Berdan Ozturk ji peyaman siyasetmedarên di gitigehê de dilgirtî xwend û hinek reveberên partîyê û dezgehên beşdarbuyîn axaftinên kurt kirin.
Hejaye gotineye li gelek bajaren Tirkîye vekê Cizîra navçeya Şirnexê, Wanê, Stenbol, Riha, Îzmîr, Edenê, Mersîn, Nisenîna navçeya Merdînê u li Gevera navçeya Colemergê ve cuda cuda be pîrozkirin.
Waar.tv
