YPG sedema vekişîna ji Efrînê aşkere dike
Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd ji medyayên nêzîkî PYDê re ragihand, Tirkiye û grûpên din wek Eniya El-Nusra bi çek û tankên welatên bihêz êrîşî ser xelkê sivîl dikin û piştî wan 2 mehan ji bergîriyê, wan pêşbînî kir ku amadekarî ji komkujiyeke mezin re tên kirin. Bi her awayî jî Efrîn hat bombebaran û topbarankirin.
Diyar kir jî, ji bo rê li pêş wê komkujiyê were girtin ew ji bajarê Efrînê vekişiyan. Lê got jî: “YPGê dest bi qonaxeke nû ya çalakiyan li dijî Tirkiyê kiriye û bi tektîkeke nû berdewam dibin.”
Peyvdarê YPGê tiliya tometê berve Rûsyayê dirêj kir û bi tawanbera sereke ya dagîrkirina Efrînê binav kir, ku glopa kesk pêxist û esmanê Sûriyê li pêş Tirkiyê vekir.
Herwiha ragihand, Efrîn ji Tirkiyê re nabe cihekî aram, bergîriya wan li wê herêmê berdewam dibe û ta Efrîn rizgar nebe, ew ranawestin.
Piştî 58 rojan ji êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê, di roja 18ê Adarê de derbasî Efrînê bûn.
Li gor amaran, di encama wê êrîşê de dora 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlên din jî birîndar bûn. Herwiha nêzîkî 200 hezar welatî jî koçber bûn.
K24
