• Wednesday, 18 February 2026
logo

Misir dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir

Gulan Media March 20, 2018 Nûçe
Misir dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kir
Wezareta derve ya Misirê di daxuyaniyekê dagîrkirina bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê şermezar kir.

Duh, Duşemê di daxuyaniyekê de wezareta derve ya Misirê dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve û binpêkirinên mafên xelkê sivîl ên Sûriyeyê şermezar kir û got ku, binpêkirina serweriya xaka Sûriyê nayê qebûlkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de wezareta derve ya Misrê bang li hemû aliyên herêmî û navnetewî kir pabendî hewlên pêkanîna çareseriya siyasî bin û destûrê nedin ewlehî û rewşa mirovî xerabtir bibe.

Basnews
Top