• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sûriye: Dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re li dijî yasayên NY ye

Gulan Media March 20, 2018 Nûçe
Sûriye: Dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re li dijî yasayên NY ye
Wezareta Derve ya Sûriyê radigihîne, dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re li dijî yasayên Netewên Yekgirtî ye. Herwiha daxwaz jê jî kir ku kar ji bo vekişîna hêzên Tirkî ji wî bajarî bike.

Wezareta Derve ya Sûriyê nemeyek ji Sekreterê Netewên Yekgirtî û Serokatiya Encûmena Asayişa Navdewletî kir, tê de got, dagîrkirina Tirkiyê ji Efrînê re li dijî perensîp û biryarên Netewên Yekgirtî ne.

Da zanîn jî, bi sedema êrîşa Tirkiyê bi hezaran welatiyên Efrînê koçber bûne û çekdarên ser bi Tirkiyê ve mal û milkên welatiyên sivîl talan kirine û ev yek jî tawanên li dijî mirovahiyê ne.

Wezareta Derve ya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir jî, ku bi berpirsatiya rabe û kar ji bo vekişandina hêzên Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê bike û alîkariyan bigihîne Efrînê.

K24
Top