Alayeke mezin ya Kurdistanê li çiyayê Başîkê hat hildan
Îro bi amadebûna bi dehan pêşmerge, alaya Kurdistanê li ser çiyayê Başîkê hat bilindkirin.
Ew alaya han ji aliyê Fermandariya hêzên zirêvanî yên li deverê de hatiye bilindkirin û dirêjahiya wê alayê 6 metre û firehiya wê 2 metre û stûna wê jî 14 metre ye.
Vê sibê êwarê jî li heman cêyê bi merasimeke berfire agirê Newrozê were pêxistin û cejna Newrozê were pîrozkirin.
