• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rojava – Li Serê Kaniyê kurdek ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin

Gulan Media March 19, 2018 Nûçe
Rojava – Li Serê Kaniyê kurdek ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin
Welatiyekî Kurd li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, welatiyê bi navê Ehmed Îsa (27 salî) li gundê Keşto yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hat kuştin.

Li gorî peyvdarê nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê, di demjimêr 9:30 sibehê de guleyek li pişta wî kesî ket û di sîngê wî re derket, heta gihandin nexweşxanê, can da.

Ehmed Îsa karê boyaxê dikir û bavê zarokekê bû.

Duhî jî li Serê Kaniyê zarokekî 10 salî bi navê Ebdilkerîm Nezal li nêzîkî sînor di encama gulebarana artêşa Tirkiyê de birîndar bû û niha li nexweşxanê tê dermankirin.

Basnews
Top