• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ebadî: Emê meaşên Pêşmerge bidin

Gulan Media March 19, 2018 Nûçe
Ebadî: Emê meaşên Pêşmerge bidin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku Wezareta Darayî ya Iraqê dê tevahiya tevahiya meaşên fermanberên Herêma Kurdistanê di nav de Wezareta Pêşmerge bide.



Ofîsa Serokwezîriya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Wezareta Darayî ya Iraqê dê meaşê tevahiya wezaretên Herêma Kurdistanê bide.



Li gor daxuyaniyê lêkolîn û kontrola lîsteya meaşên fermanberên Herêma Kurdistanê didome.



Berdevkê Hikûmeta Iraqê, Seid Hedîsî duh di daxuyaniyekê de ji televîzyona fermî ya Iraqê Alaraqiya TV re ragihand: “Di du rojên dahatî de (duşem û sêşem) mûçeyên wezaretên perwerde û tendirustî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê dabeşkirin.”



Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daye xuyakirin, piştî bêhnvedanên cejna Newrozê, dê mûçeyên hemû wezaretên din jî were dan.



Pêştir Wezîrê Darayî û Aborî yê Kurdistanê, Rêbaz Hemlan soza wê yekê dabû, ku berî Newrozê mûçeyên wezareta perwerdeyê ji aliyê hikûmetê ve were xerckirin.



Herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî berî çend rojan gotibû, ku berî cejna Newrozê ew dê mûçeyên her du wezaretên perwerde û tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê bişînin.

Rudaw
Top