• Wednesday, 18 February 2026
logo

Baydemîr: Ji bilî veqetandinê dewlet ti rêyek ji bo Kurdan nehêştiye

Gulan Media March 19, 2018 Nûçe
Baydemîr: Ji bilî veqetandinê dewlet ti rêyek ji bo Kurdan nehêştiye
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr li ser êrîşa artêşa tirk û çekdarên ASA’yê ya li ser Efrînê bang li dewleta tirk kir û got: “Ger ku ev siyaset berdewam bike dê ji xeynî veqetandinê ti rê li ber kurdan neyê hiştin”.

Parlamenterê HDP’ê Baydemir, ji bo pîrozbahiyên Newroza yên li navçeya Siwêregê ya Rihayê axivî û got: "Hema bibêjin we Efrîn dagir kir, ji wir û pê ve hûn ê çi bikin? Heta ku dil û qedr neyên girtin, ti carî bi zora tank û topan serkeftin bidest nakeve."

Osman Baydemîr bang li tirkan kir û got: "Beriya Kurdan, beriya Elewiyan, beriya bindestan divê gelê tirk ji vê rejîmê re bibêje ‘na’ û bibêje li ser navê me neçe Efrînê û birayên me yên kurd nekuje."

Parlamenterê kurd yê HDP’ê Baydemir bal kişand ser ku divê ji dîrokê ders were girtin û ev tişt derbirî: "Ger ku ev siyaset berdewam bike, hûn ji xeynî veqetandinê ti riyên din ji kurdan re nahêlin. Ji bo tavilê ji vê şaşitiyê were vegerîn, divê xelkê tirk nerazîbûna xwe nişan bide."

Top