• Monday, 02 February 2026
logo

Siyasetmedarê Kurd li Fransayê jiyana xwe ji dest da

Siyasetmedarê Kurd li Fransayê jiyana xwe ji dest da

Nûnerê HAK-PARê yê Fransayê Mehmet Alî Akgunduz ji ber xwînrijiya ser mêjiyê ku ev demeke dirêje li nexweşxaneyê dihat çareserkirin, jiyana xwe ji dest da. Li ser wesyeta Akagunduz, dê cenazeyê wî li gundê wî yê Dêrsimê bi axê ve bê spartin.

Nûnerê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) siyasetmedarê Kurd Mehmet Ali Akagunduz li Parîsa paytexta Fransayê jiyana xwe ji dest da.

Akagunduz demek berê xwîn rijayabû ser mejiyê wî û ew li li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin xistibûn bin çavdêriya hûr.

Îro ji bo Mehmet Ali Akagunduz merasîmek bi beşdariya gelek endamên partî û hevalên wî hate li dar xistin.

Cenazeyê Akagunduz dê roja Pêncşemê danê êvarê ji Parîsê bo Stenbolê bê şandin û roja Înê, serê sibehê dê di ser Xapêtê de bibin Dêrsimê û li wê derê bi axê ve bê spartin.

Mehmet Alî Akagunduz di sala 1963an de li gundê Lodekê ya navçeya Mazgêrdê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Mehmet Ali Akagunduz dibistana seretayî û navîn navçeya Pilemûriyê xwend.

Malbata Akagunduz di sala 1978an de koçî Fransayê kir. Akagunduz ji ber şert û mercên penaberiyê nikaribû xwendina xwe temam bike.

Ji bo ku Enstîtuya Kurdî ya Parîsê li ser piya bimîne, li gorî derfetên xwe xebat meşand.

Herwiha ji bo Referandûma Serxwebûnê ya ku li Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlon 2017an de hat li dar xistin gelek xebatên cuda  pêk anî.

Beriya wefatkirinê di wesiyeta xwe de gotibû  "Min li gundê min bi Ala Kurdistanê veşêrin."

 

Rudaw

Top