“Fermande û rayedarên YPGê ji Efrînê vekişiyane”
Navenda Demokrasî û Mafên Mirov li Kurdistanê, ku ofîsa wê li Almanya ye, ragihandiye, fermande û rayedarên YPGê ji Efrînê derketine û hêzên Tirkiye û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest bi şêlandina malên welatiyan kirine.
Ji aliyekî din, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hêzên Tirkiyê derbasî nav bajarê Efrînê bûne û bajêr kontrol kirine.
Basnews
