• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN - Rewşa herî dawî

Gulan Media March 18, 2018 Nûçe
EFRÎN - Rewşa herî dawî
Di roja 58emîn de ji êrîşa li ser herêma Efrînê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve derbasî nav bajarê Efrînê bûn.



Sibeha îro yekşemê çavkniykê ji nav bajarê Efrînê ji tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku çekdarên opozisyona Sûriyê vê sibehê saet 6 bi dema Efrînê derbasî nav bajarê Efrînê bûn.



Li gorî çavkaniyê, şeva borî balafirên cengî yên Tirkiyê navenda bajarê Efrînê bi taybet baregehên her du desteyên berevaniyê û navxwe bombebaran kiribûn.



Çavkaniyê da zanîn ku ew çekdar li Mehmûdiyê û Efrîna Nû digerin bê ku ti pevçûn hebin.



Derbarê van zanyariyan de, Hoşeng Derwêş nûnerê Encûmena Sûriyeya Demokratîk li başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku ew grûpên çekdar tenê derbasî her du taxên Eşrefiye û Mehmûdiye bûne û şer li wan her du taxan berdewam e.



Çavkaniya taybet bi Rûdawê ji nav Efrînê da zanîn ku firne ji roja înê ve rawestiya ne û dapoyên alîkariyên mirovî hatine vekirin.



Her ji aliyê mirovî ve, çavkaniyeke taybet ji devera Şêrawa ji Rûdawê re da zanîn ku bi hezaran kes li wê deverê li çolê li nav daran bê hîç pêdawîstiyeke jiyanê dimînin.



Çavkaniya ku ev dîmenên taybet bo Rûdawê şandine diyar kir, koçber bi taybet zarok û pîr û kal di jêr xeteriyeke ceddî de ne.



Heman çavkaniyê got ku koçberên bi av, xwarin, şîrê zarokan, nivînên xewê li çolê li ber ba û barên dimîn.



Derbarê koçberên ku gihaştine Nibul û Zehrayê çavkaniyê da zanîn ku kirêya yek odeyê li her du bajarokan gihaştiye 150 hezar lîreyên sûrî.



Bi gotina çavkaniyê, ji ber tunebûna îmkanên koçberan hejmareke mezin ji wan li kolnan û ber dîwaran bê cihê vehewandinê dimînin.

Rudaw
Top