• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Me ala Tirkan li navenda Efrînê bilind kir

Gulan Media March 18, 2018 Nûçe
Erdogan: Me ala Tirkan li navenda Efrînê bilind kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Navenda bajarê Efrînê di saet 08:37ande bi temamî hat kontrolkirin û me ala Tirkan li navenda Efrînê bilind kir.”



Recep Tayyip Erdogan li bajarê Çanakale ya Tirkiyê axivî û got: “Me di saet 08:37an de Efrîn kontrol kir, me ala Tirkan li navenda Efrînê bilind kir.”



Erdogan herwiha got: “Çawa ku me Cerablus, Bab û Ezazê ava kir, emê Efrînê jî ava bikin, jêrxan û serxana Efrînê ava bikin.” Erdogan herwiha got: “Em ji xelkê Efrînê daxwaz dikin ku vegerin ser mal û halên xwe.”


Serokomarê Tirkiyê dibêje: “Wan dixwest li navxwe êrişî me bikin, lê nekarîn, piştre ji derveyî sînorên me êriş kirin, grûpên terorîst weke zincîre ne, me du helqeyên vê zincîrê şikandin û ya sêyem jî di rê de ye.”


Erdogan herwiha got: “Operasyona me ji bo aştiyê dest pê kir, îro heta ji pozê sivîlekî jî xwîn nehat.”

Rudaw
Top