HSD: Tirkiye li Efrînê Helebceyeke nû pêk tîne
Operasyona li dijî Efrînê ket roja 56an û topbaran, bombebarana Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê bi hemû dijwariya xwe jî dewam dike. Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî li ser operasyona Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku "di encama bomebarana balafirên şer ên tirk de bi dehan zarok hatine kuştin û Tirkiye dixwaze Helebceyeke nû li Efrînê pêk bîne."
