Erebistana Siûdî: Eger Îran bombeya nukleerî çêbike, em ê jî çêbikin
Velîehtê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman ji Norah O'Donell yê ji televîzyona CBSê ku li Amerîkayê weşanê dike re axivî. Prensê siûdî di axaftina xwe de Îranê kir hedef û got: "Erebistana Siûdî naxwaze ku bombeya nukleerî ya wê çêbibe, lê eger Îran bombeya nukleerî bipêş bixe bêguman em ê jî heman tiştî çêbikin. "
Prensê siûdî di hevpeyvîna xwe de serokê rûhanî yê Îranê Ayetûllah Elî Xamaney şiband serokê Naziyan Adolf Hitler û wiha pê de çû: "Xamaney jî wek Hitler ku polîtîkaên dagirkeriyê dimeşand, dimeşîne û projeya xwe dixwaze li Rojhilata Navîn ava bike."
