• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îro 30mîn salvegera karesata kîmyabarankirina Helebce tê bibîranîn

Gulan Media March 16, 2018 Nûçe
Îro 30mîn salvegera karesata kîmyabarankirina Helebce tê bibîranîn
Îro bi amadebûna nûner û konsulên welatan û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeke hikûmeta Iraqê, çalakiyên 30mîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê birêve diçin.



Konsul û nûnerên beşek ji welatan ên li Herêma Kurdistanê dibêjin, ku bîranîna kîmyabarankirina Helebceyê giring e, çimku divê rê li wê yekê were girtin, ku careke din karesateke bi vî awayî çê bibe.



Birîkarê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berevan Hemdî ji Rûdawê re ragihand: “Merasîma fermî ya bîranînê dê li Helebce û Monomênta Şehîdan be, û konsul û nûnerên welatên biyanî jî têde beşdar dibin, herwiha şandeke hikûmeta Iraqê jî diçe Helebceyê.”



Konsulê Fransa yê li Hewlêrê Dominique Mass jî derbarê bîranîna karesata kîmyabarankirina Helebceyê de dibêje, Fransa bi giringî ve vê karesatê bi bîr tîne, çimku li gorî Fransa, piştî 30 salan heman kar li Sûriyê dubare bûye.



Mas herwiha ji Rûdawê re da xuyakirin: “Bêguman roja 16ê Adarê bo Fransa rojeke giring e, çimku 30 sal berî niha Helebce rastî tawaneke tirsnak bû, dema ku bajêr bi çekên kîmyayî hatibû bombebarakirin. Dixwazim sûdê ji vê derfetê werbigrim û careke din hevsozî û piştevaniya Fransa bo wan malbatan û tevahiya (milletê) Kurd dubare bikim. Berî 30 salan li Helebceyê çeka kîmyayî bi kar hat û îro jî li kêleka wê li Sûriyê tê bikaranîn, careke din weke Helebceyê, em bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê protesto dikin, ku welatiyên sivîl zirar dîtin û em li dijî wê yekê disekinin.”



Konsulê Amerîka yê li Hewlêrê Ken Gruss jî ji Rûdawê re got: “Ev sîyemîn salvegera wê trajediyê ye ku li Helebceyê çê bû, bi hezaran ke shatin kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn. Herwiha bandor li ser çendîn hezar kesên din jî çê kir, hinek ji wan ezîzên xwe ji dest dan, hinek din jî rizgar bûn, lê bi kêmendamî.”



Konsulê Amerîkayê da xuyakirin: “Bandorên komkujiya Helebceyê li ser hemû kurdan heye, çi ewên ku di dema êrişê de ezîzên xwe ji dest dan, çi ewên din jî, lê belê ew bûyera ku 30 sal berî niha li Helebceyê rû da, bandorên wê sînorên Kurdistan û Iraqê derbas kirin û li cîhanê belav bûn. Bi bîra me anîn ku pêwîst e em çi bikin û çawan rê li wê yekê bigirin ku di pêşerojê de li ti cihekê rû nede, ji ber wê di sîyemîn salvegera Helebce de hizra me li gel malbatên qurbaniyan e, li gel hemû wan kurdan e ku ji ber wê trajediyê êş dîtine, ez dubare jî dikim ku ew berpirsatiya me hemûyan e ku em rê nedin ew yek dubare bibe.”



Konsulê Brîtanya yê li Hewlêrê jî herweke konsulê Fransa û Amerîkayê tekezî li ser wê yekê dike, ku di bîranîna karesata kîmyabarankirina Helebceyê de, ew kar bo wê çendê dikin, ku tawaneke wisa dubare nebe.



Marten War ji Rûdawê re ragihand: “Peyama min di sîyemîn salvegera komkujiya Helebce de ev e ku nabe em ti deman wê ji bîr bikin a ku di 16ê meha 3 a 30 sal berî niha qewimî. Ew mezintirîn û xirabtirîn bikaranîna çekên kîmyayî bû li dijî her kesekê û di wê dosyayê de jî li dijî xelkê sivîl, ev jî drist e ku em vê yadê bi bîr tînin daku nifşên dahatî bînin bîra xwe û bi mezinî bi bîr bînin û kar bikin, ji bo wê yekê ku ti deman ew yek dubare nebe.”



Roja 16ê Adara 1988 û di saet 11:00ê berî nîvro de, firokeyên Artêşa Iraqê di serdema rejîma Beis de bajarê Helebce li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyayî bombebaran kirin, ku di encamê de 5 hezar kesên sivîl, piranî jin û zarok, di cih de şehîd bûn û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.



Piştre 104 birîndarên kîmyabarankirina Helebceyê heta niha canê xwe ji dest dane, ku kesê herî dawî di 11ê Adara îsal wate 5 roj berî niha bû.



Heta niha jî 114 zarokên Helebceyî ji roja bombebarana vî bajarî ve winda ne û çarenûsa wan nayê zanîn. Herwiha 72 malbat hêj li benda vegera zarokên xwe yên windayî ne.

Rudaw
Top