DAIŞê li ber artêşa Iraqê kemîn danî: 7 leşker hatin kuştin
Ji fermandarên artêşa Iraqê Ehmed el Duleymî di derbarê vê êrişê de eşkere kir ku DAIŞê li navçeya Rûtb ya girêdayî Ramadiya Enbarê kemîn li ber leşkên Iraqê danî.
Duleymî diyar kir ku di encama vê êrişê de 7 leşkerên artêşa Iraqê û 9 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di Berfanbara sala borî de eşkere kiribû ku Iraq bi temamî ji DAIŞê hatiye paqijkirin. Lêbelê di serî de herêmên li rojavayê Mûsilê û li ser sînorê Iraq û Sûriyê çekdarên DAIŞê hene.
Basnews
