• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî: Dewleta Iraqê berpirsyarê komkujiya Helebçê ye

Gulan Media March 16, 2018 Nûçe
Serok Barzanî: Dewleta Iraqê berpirsyarê komkujiya Helebçê ye
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 30. salvegera komkujiya Helebçê peyamek belav kir û got, ‘Ev êş wê her di bîra me de be.’

Serok Barzanî ji ber 30. salvegera komkujiya Helebçê li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî peyamek belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

‘Em komkujiya Helebçê u êşa her tim ya gelê Kurdistanê ye, bibîr tînin. Ez kesûkarên qurbaniyên wê bombebarana kimyewî ji dil û can silav dikim.

Ev êş wê her di bîra me de be. Her çiqas niha partiya Baas ne li ser desthilatê be jî ev zilm di bin banê dewleta Iraqê de pêk hat. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê berpirsyarê vê komkujiyê ye.’

Basnews
Top