Parlamenterek: Fuad Mehsûm dest ji erkê serokkomariyê berdaye!
Îro 15.03.2018ê parlamenterê Iraqê Mihemed Seyhud bi beyanameyekê ragehand, ne pejirandina yasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2018ê ji aliyê serokkomar Fuad Mehsûm ve hewldaneke bo rê girtina li pêşketin û avabûna Iraqê.
Mihemed Seyhud ragehand, Fuad Mehsûm bi ne pejirandina yasaya budceya Iraqê ve îspat kir ku wî dest ji erkên xwe berdaye.
Roja 13.03.2018ê Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm yasaya budceya giştî ya Iraqê ya sala 2018ê red kir û vegerande parlamentoyê.
Heman rojê parlamentera Îtîlafa Dewleta Yasa Alye Nuseyf ragehand, red kirina yasaya budceyê ji aliyê Fuad Mehsûm ve ji ber yasa ji aliyê banka navnetewî ve nehatiye pejirandin ji ber wê bûye.
Basnews
