• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hevserokê PYDê: Tirkiye ji Efrînê ta Kerkûkê dixwaze dagîr bike

Gulan Media March 14, 2018 Nûçe
Hevserokê PYDê: Tirkiye ji Efrînê ta Kerkûkê dixwaze dagîr bike
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen li bajarê Hewlêrê ragihand, Tirkiye bi niyaz e ji Efrînê û heta Kerkûkê dagîr bike.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen li baregeha Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji bo rewşa Efrînê wan serdana başûrê Kurdistanê kirine û bi hin aliyan re civiyane û dê hin aliyên din jî bibînin.

Da zanîn, Armanca êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê dagîrkirin û derxistina gelê Efrînê ji xaka xwe ye û li şûna wan kesên ku bîr û baweriyên Cebhet El-Nusra, Qaide û DAIŞê hilgirtine li şûna gelê Efrînê bicih bike ye, ku dixwazin guhartineke demografî li Efrînê çê bikin.

Herwiha got jî, armanca din ya artêşa Tirkiyê ew e, navçeyên Kurdistanê ji Efrînê û ta bi Kerkûkê dagîr bike, ku dixwaze du perçeyên Kurdistanê dagîr bike.

Hevserokê PYDê diyar kir, berxwedana ku li Efrînê dibe ne tenê ya gelê Efrînê û şervanan e, lê ya tevahiya Kurdistanê û hemû hêzên demokrasiyê li Sûriyê û herêmê ye jî, ji ber ku ezmûna demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê diyar kir, heger çareseriyek li Sûriyê bibe, divê li ser bingeha lihevkirin û pêkvejiyanê û di sîstemeke federal de ye.

Şahoz Hesen amaje bi wê jî kir, Tirkiye bi vê êrîşa xwe yasayên navdewletî binpê dike, sivîlan, ambulans, cihên şûnwarî, navendên pakirina ava vexwarinê armanc digire û çekê kîmawî bikar anî, ev jî hemû sûc in.

Li ser helwesta Başûrê Kurdistanê, Şahoz Hesen got, hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşan dan û piştgîriya Efrînê dikin, lê ta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê ti daxuyaniyek bi fermî di vê derbarê de nedaye û bi hêvî ne hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgîriya Efrînê bike.

Li ser rewşa giştî ya Sûriyê amaje bi wê kir, ku nakokî û pirsgirêk li Sûriyê gelek in û ev êrîşa li ser Efrînê jî ew nakokî û pirsgirêk kûrtir kirine û hîn plana dirêjkirina şer û pevçûnan hene.

K24
Top