• Friday, 27 February 2026
logo

Cezayê bikujê George Floyd diyar bû

Cezayê bikujê George Floyd diyar bû

Ew polîsê çerm spî ku di sala 2020an de George Floydê çerm reş li bajarê Minneapolis ê Amerîkayê kuşt, bi 22 sal û 6 meh zîndankirin hat cezakirin.

Bikujê George Floyd, Derek Chauvin ê 44 salî bi 22 û 6 meh sal zîndankirin hat cezakirin û ji doh Înê ve cezayê wî ketiye warê cîbicîhkirinê.

Meha borî Chauvuin bi pêkanîna tawanê pile du û çend tawanên din hat tohmetbarkirin û doh Înê 25ê Hezîrana 2021ê, ji aliyê dadgeheke Amerîkayê ve jêre hat gotin; “Li ser bingehê xirab bikaranîna wê desthilata ku dabûn te û herwiha ji ber binpêkirina wê baweriya bi te dihat kirin û ew tundûtûjiya te li beramber rêzdar George Floyd kir, dadgehê biryar da bi ferzkirina 22 sal û 6 meh zîndankirin.”

Biryara dadgehê ji aliyê malbat û kesûkarên Floyd ve hat pêşwazîkirin û Parêzerê Floyd, Benjamin Crump li ser Twitterê nivîsiye: “Vî cezayê dîrokî malbata Floyd û neteweya me gavekê nêzîkê başbûnê dike, ew jî bi rêya lêpirsîn û danîna berpirsyaretiyê di asta yên ku tawanan dikin.”

Top