• Wednesday, 18 February 2026
logo

Balefirxaneyên Kurdistanê hatin vekirin

Gulan Media March 15, 2018 Nûçe
Balefirxaneyên Kurdistanê hatin vekirin
Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî ragihand ku balefirxaneyên Kurdistanê vebûn.

Îro Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Kerîm Şingalî li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Eirecî kir. Piştî hevdîtinê, her du wezîr derketin pêşberî rojnamevanan.

Kerîm Şingalî da zanîn, firokexaneyên Kurdistanê îro bi fermî vebûn û ev jî gaveka baş e bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Li gorî fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, diviya firokexaneyên Kurdistanê sibê bên vekirin lê rojekî zûtir vebûn.

Top