• Friday, 27 February 2026
logo

Li Çewlikê erdhejeke bihêz qewimî!

Li Çewlikê erdhejeke bihêz qewimî!

Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê bi hêza 5.2 erdhej qewimî. Hat ragihandin ku erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.

Li gor agahiyên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) li navçeya Gêxî ya Çewlikê di demjimêr 21:28ê de bi pileya 5.2 erdhej çêbû.

Hat eşkerekirin ku erdhej 15,51 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarên Elezîz, Diyarbekir, Erzîngan, Dêrsim, Erzirom, Meletî, Bedlîs û Sêrtê jî hat hîskirin.

Herwiha Saziya Çavdêriya Erdhejan a Kandîlliyê li ser malpera xwe ragihand ku navenda erdhejê navçeya Depê ya Elezîzê ye û erdhej bi hêza 5.3 rûdaye.

 

K24

Top