• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokwezîr digel wezîrê karê navxwe yê Îraqê dicive

Gulan Media March 15, 2018 Nûçe
Serokwezîr digel wezîrê karê navxwe yê Îraqê dicive
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 14.03.2018 ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Qasim al-Arecî wezîrê karê navxwe yê hikûmeta Îraqê kir. Her du aliyan tekîd li ser hebûna îradeya rasteqîne ji bo çareseriyê û giringiya berdewamiya diyalog û lihevtêgihiştinê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqa Federal kir. Di cuvînê de ku Kerîm Şingalî wezîrê karê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa emnî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê hatin gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê zêdetir di warê emnî û lihavguhertina zaniyariyan hevkarî û hevahengî di navbera wezaretên navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê de ji bona rûbirûbûna terorîstan û metirsiya tetorê hebe.
Top