HDPê Serok Barzanî vexwendin bo Newroza Amedê
HDPê ji bo Newroza Amedê ku wê 21ê Adarê were pîrozkirin ji bo gelek partî, rêxistin û derdorên herêmî û cîhanî vexwendname şand.
HDPê ji bo Serok Mesûd Barzanî jî vexwendname şand. Hat zanîn ku ji bilî Serok Barzanî vexwendname ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û ji bo Tevgera Goranî jî hatiye şandin.
Herwiha berpirsên Rêveberiya Xweser yên Rojava jî ji bo Newroza Amedê hatin vexwendin.
Partiya Azadî (Askapena) ya ji Herêma Bask a Spanyayê û rêxistin û komelêyên hevkariyê yên li Îtalya, Norweç û Katalonyayê jî hatin vexwendin.
