4 leşkerên Tirk li Diyarbekirê hatin kuştin
Li bajarê Diyarbekirê navçeya Pîranê di çarçoveya operasyona Arteşa Tirkiyê ya li dijî gerîlayên PKKê de teqemaniya bi dest hatî çêkirin hate teqandin û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Operasyona Arteşa Tirkiyeyê ya li dijî PKKyê berdewam dike.
Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê di encama şerekî di navbera leşkerên Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de 2 leşker birîndar bûn.
K24
