Mesrûr Barzanî daxwazek ji Çînê kir
Îro Sêşemî 13ê Adara 2018ê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Çînê yê li Iraqê Tshin Wi Chingh û şandeke pê re civiya.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Mesûrr Barzanî, di civînê de rewşa dawî ya deverê, têkiliyên di navbera Kurdistan û Komara Çînê û rê û rêbazên bihêztirkirin û pêşxistina têkiliyên her du aliyan hatin gotûbêjkirin.
Di berdewamiya civîna han de Balyozê Çînê yê li Iraqê pesna rola Kurdistanê di şerê dijî terorê de da û got: “Herêma Kurdistanê di warê dabînkirina aramî û ewlekariyê de serkevtî bûye û ew yek jî zemîneyeke guncaw çê dike, daku herêm di hemû warên din de jî ji nû ve ber bi pêşkevtinê ve here.”
Tshin Wi Chingh di berdewamiya axavtinên xwe de diyar kiriye, ku welatê wî dixwaze di warê “aborî û çandî” de têkiliyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê de bihêztir bike.
Di beşeke din a vê civînê de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî xwasteka Kurdistanê bo pêşxistina têkiliyên bi Çînê re aniye ziman û gotiye: “Komara Gel a Çînê di warê navnetewî de xwedan pêgeheke bihêz e û em dixwaz in ku vê pêgeha bihêz ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî û dabînkirina aramiya zêdetir li deverê bikar bîne.”
Rudaw
