• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandeyekî mezinê artêşa Iraqê ji aliyê Heşda Şeibî ve hat kuştin

Gulan Media March 14, 2018 Nûçe
Fermandeyekî mezinê artêşa Iraqê ji aliyê Heşda Şeibî ve hat kuştin
Çavkaniyekî asayîşê îro, Sêşemê ragehand ku, şerûpevçûn di navbera hêzên asayîşa fedral û hêzekî ser bi grûbên seraya Selam li parêzgeha Selahedîn rûdan, di encamê de efserek hat kuştin û heşmarek birîndar bûn.

Çavkaniyekî asayîşa ragehand ku, Sêşemê ragehand ku, şerûpevçûn li derdora bajarê Samerai li parêzgeha Selahedîn di navbera hêzên asayîşa fedral û milîşên Heşda Şeibî ve pêkhatin, lê sedemên şerûpevçûnan aşkere nekir.

Herwiha li gor ku, hatiye ragehand ku, di encama wan şerûpevçûnan de kuştî û birîndar hene, yek ji wan kuştiyan pileya emîd e ji lîwaya 54 ya pasewanên navçeya kesek ya Baxdayê ye.

Amaje bi wê yekê da ku, mîlîşyatên seraya Selam ser bi Muqteda Sedir ku, doseya asayîşa bajarê Samerai di dest deye.

Basnews
Top