• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ebadî bersiva biryara Mehsûm da: Mafê ti kesî nîne

Gulan Media March 14, 2018 Nûçe
Ebadî bersiva biryara Mehsûm da: Mafê ti kesî nîne
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva biryara serokomarê wî welatî Fuad Mehsûm ya ji bo redkirina yasaya bûdceya Iraqê da û ragihand, “ti kesî mafê ragirtina bûdceya giştî ya welat nîne.”



Piştî ku parlamentoya Iraqê bêyî liberçavgirtin û cîbicîkirina daxwazên kurdan, projeyasaya bûdceya giştî ya wî welatî ya bo sala 2018ê pesend kir, duh Dêşemî 13ê Adarê Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm biryara ragirtina yasaya bûdceyê da.



Biryara Fuad Mehsûm a bo ragirtina yasaya bûdceyê rastî berteka Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hat.



Ebadî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de nerazîbûna xwe li hember biryara Mehsûm a derbarê bûdceyê de aşkere kir û ragihand: “Ti kesekê mafê ragirtina yasaya bûdceya giştî welat nîne, piştî ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve deng li ser hate dan.”



Ebadî herwiha di vê peyama xwe de gotiye: “Em hêvî dikin ku kopiya yasaya bûdceyê ji serokatiya komar werbigrin, daku bikeve warê cîbicîkirinê.”



Ev daxuyaniya Ebadî piştî wê yekê hat, ku Fuad Mehsûm yasaya bûdceyê vegerande parlamentoya Iraqê. Mehsûm diyar kiriye, ku 31 made û birgeyên yasaya bûdceyê li gel destûra welat û yasayan nakok e.



Serokatiya Komar a Iraqê dibêje: “Biryara serokomar bi armanca ji nû ve hûrbînîkirin û pêdeçûna bi naveroka yasayê ji aliyê destûrî, darayî û yasayî ve ye, ku nêzîkî 31 xalên yasayê nakok e li gel yasayên karpêkirî û bikarhatî de.”



Roja 3ê Adara îsal parlamentoya Iraqê bêyî beşdariya kurdan û cîbicîkirina daxwazên wan, projeyasaya bûdceya Iraqê xistibû dengdanê û pesend kiribû.



Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji liberçavnegirtina têbînî û daxwazên kurdan ji aliyê hikûmeta navendiya Iraqê ve nîgeran e û herwiha ji wê yekê jî nîgeran e ku bi fermî pişka Herêma Kurdistanê ji %17 bo %12.67 hatiye kêmkirin.


Rudaw
Top