• Wednesday, 18 February 2026
logo

Parlamenterek: Mehsûm îmza bike yan neke budceya hate pejirandin dê kar pê bê kirin!

Gulan Media March 12, 2018 Nûçe
Parlamenterek: Mehsûm îmza bike yan neke budceya hate pejirandin dê kar pê bê kirin!
Parlamenterek Îtîlafa Dewleta Yasa ragehand, ku serokkomarê Iraqê budceya ku li parlamentoyê hatî pejirandin îmza bike yan neke dê kar pê bê kirin.

Parlamenterê Iraqê û rêveberê Dewleta Yasa Mensûr Beiêcî bi beyanameyekê ragehand, budceya giştî ya Iraqê ya sala 2018ê, piştî 15 rojan li parlamentoyê hate pejirandin kar pê tê kirin.

Herwaha ragehand, li gor yasa eger serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm di heya wan 15 rojane de îmza neke, yasa bi awayeke xokar ango otomatîkî dê bikeve warê cîhbicîh kirine û kar dê pê bê kirin.

Li gor yasayên Iraqê eger heta roja 18.03.2018ê ango şeş rojên din Fuad Mehsûm yasayê îmza neke, wê yasa bi awayek xokar bikeve meriyetê û pêwîstî bi îmzaya Fuad Mehsûm tineye.

Basnews
Top