Rojnameya El-Şerq El-Ewset: Rûsya Efrîn daye Tirkiyê
Li gor rojnameya “El-Şerq El-Ewset” çapa Londonî, berî du rojan di serdaneke serkirdatiya leşkerî ya Rûsî ku nehatiye ragihandin de, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nameyek ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re birê kiriye û tê de xalên belavbûna hêzên Sûrî li bakurê Helebê diyar kiriye.
Li gor wê nameyê, Putin daxwaz kiriye hêzên Sûrî li 10 xalan li bakurê Helebê li nêzîkî Ezaz, Til Rifat, Nubil û Zehra ligel 7 xalên ku berê hene belav bike û ji bajarê Efrînê bidûr bikeve.
Herwiha Putin daxwaz kiriye jî, pêşeroja bajarê Efrînê ji rêkeftinên Rûsî, Tirkî û Îranî bihêle, ku berê wan her sê welatan li hev kirine ku Efrîn ji artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê re be.
Li gor zanyariyên wê rojnameyê jî, berpirsekî ji rêjîma Sûriyê ev lihevkirin û xalên belavbûna hêzên Sûrî ji Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo re ragihandine, ku Şam Efrînê ji Tirkiyê re dihêle.
Basnews
